PeyamaKurd- Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku Îsraîlê, di operasyonên xwe yên leşkerî yên li Xeza û Lubnanê de fosfora spî bi kar haniye.
Di daxuyaniya HRWê ya ku li ser tora medyaya civakî hat dayîn de hat gotin ku "Îsraîl di operasyonên xwe yên leşkerî yên li Xeza û Lubnanê de fosfora spî bi kar haniye û ev yek jî sivîlan dixe metirsiya birînên giran û demdirêj."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku fosfora spî dibe sedema şewatên bê tehemûl û bi bandorên wê, agir bi xaniyan dikeve. Hat destnîşankirin ku bikaranîna fosfora spî, li herêmên qelebalix li dijî zagonan e.
Her wiha li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê, hat diyarkirin ku piştî havêtina moşekê, demeke kin derdora Dahayra û derdora bajarokê Yarîn jî bi bombeyên fosforê hatine armanckirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin