PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyel eşkere kir, ku têkiliya wan bi Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê re, ne bi tenê di warê leşkerî de ye û da zanîn ku ew ji bo porseya jinûve avakirina Sûriyê jî bi hevre kar dikin.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriyel, daxuyaniyek da Rûdawê û balkişande ser rewşa Minbic û got: “Hêzên Sûriya Demokratîk bi temamî ji wir vekişiyane.”
Gabriyel got: “Bêguman têkiliyên ku bi berpirsên Amerîkî, fermandarên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî, alî û şandên din re, beşek in ji karê me yê hevbeş li deverên cuda. Çi li deverên bin kontrola HSDê li Reqa û Dêra Zorê yan jî li deverên di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê, karên me jî ne tenê di warê leşkerî de ye. Herwiha em ji bo proseya vegerandina aramî û jinûve avakirinê ya wan deverên ku ji DAIŞa terorîst hatine rizgarkirin jî kar dikin.”
Kîno Gabriyel da zanîn ku rêkeftina ku ji bo HSD ji Minbic derkeve hatibû kirin bi awayekî praktîkî piştî rizgarkirina bajar hatiye bicihkirin û got: “Herî dawiyê jî şêwirmendên leşkerî ji wir hatin vekişandin. Ji ber ku pêdivî bi karê wan nemabû û tevahiya amadekariyan hatibûn kirin. Dewriyên hevbeş jî berdewam dikin, lê her aliyek li aliyên bin kontrola xwe bi awayekî serbixwe kar dike, çi Amerîka be û çi jî Tirkiyê be.”
Berdevkê HSDê herwiha ragihand, ku tu bername nînin ku Tirkiyê derbasê bajarê Minbic û deverên bakurê Sûriyê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin