PeyamaKurd - Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku pêşenegîya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, li Baxozê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê didomîne. Di encama van operasyonan da gelek çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
HSDê di daxuyanîya xwe ya dawî da ragihand ku li Baxozê, ku herêma dawî ya di destê DAIŞê da ye, bi sedan çekdarên birîndar yên rêxistina terorîst a DAIŞê hatine desteser kirin.
Li gorî daxuyanîya HSDê di nava kesên desteserkirî da welatîyên biyanî jî hene.
Berdevkê HSDê Mistafa Balî ji Reutersê ra dîyar kir ku hêzên wan çekdarên hatine desteser kirin ji Baxozê birine Hesekê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin