PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku bi piranî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêk tên, ragihand ku ewan ji ber êrişên dewleta Tirkan li ser Kobanê û deverên din ên Kurdan operasyona Dêrazorê daye sekinandin.
HSDê bi daxuyaniyekê ji hevpeymaniya navneteweyî daxwaz kir ku li dijî êrişên Tirkan ên li ser Kobanê û Girêspî helwesteke zelal nîşan bide û rê li van êrişan bigire.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrişên Tirkan xizmetê ji DAIŞê re dikin, lewra HSDê DAIŞ tengav kiribû li Dêrazorê ji ber êrişên Kobanê û Girêspî mecbûr vê operasyonê bide sekinandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin