PeyamaKurd- Wezîrê enerjiyê yê Erebistana Si’ûdiyê Xalid El Falih bo ajansa fermî ya Erebistana Si’ûdiyê bo SPA yê ragihand ku îro li dora nîvro Hûsiyên Yemenê bi desteka Îranê, bi dronan êrîşê birine ser seha petrolê ku xaz jî lê derdixin. Seha ku êrîşê birine ser seha şîrketa petrolê ya Erebistanê ya bi navê Eş-Şeybe ye ku dikeve rojhilatê başûrê Erebistanê û seha, ya şîrketa mezin ya petrolê Saudi Aramco ye.
Êrîş bûye sedema ku di sehayê de şewat derketiye lê kesekî nemiriye û bandorek neyînî li hilberîna xaz û petrolê nekiriye. Lê êrîş mezine û bi 10 dronan êrîş kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin