Hûsî: “Me bi fuzeyên hipersonik li baregeha leskerî ya Îsraîlê xist”

Hûsî: “Me bi fuzeyên hipersonik li baregeha leskerî ya Îsraîlê xist”

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku bi fuzeyên balistik yên hîpersonîk li bajarê Yafayê li baregeha leşkerî ya Îsraîlê xistine. Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri ragihand ku wê êrîşên xwe yên ser Îsraîlê dewam bikin.

Yahya Seri ragihand ku bi fuzeya ‘Filistin 2’ li baregeha leşkerî ya Îsraîlê ya li bajarê Yafayê xistine ku fuzeya wan hipersonîk ya balîstîke û hem ji sîstema bergiriya Îsraîlê derbas bûye û gihaye hedefa xwe.

Seri, di ragihandina xwe de got ku heya givaşa ser Xezayê ranebe û êrîşên ser Lubnanê nesekinînin, wê operasyonên xwe dewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin