PeyamaKurd - Balfirên Rûsî doh, êrîşeke hewayî li ser depoyeke cebilxaneyê li Idlibê pêk anî.
Herî dawî Wezareta Parstinê ya Rûsya, ragihand ku, ev êrîş bi Koordîneya bi Tirkiyê re pêk hatiye.
Ajnasa Ragihandina Rûsî li ser zimanê Wezareta Parstinê ya Rûsya ragihnd ku balafirên Rûsî êrşeke hewayî li ser depoyeke cebilxaneyê li Idlibê pêk anîne.
Wezaretê eşkere kir ku, ev êrîş bi koordîneya bi Dewleta Tirk re pêk hatiye.
Li gorî Wezaretê, koma ku hatiye hedefgirtin, plana êrîşekê li ser Balafirgeha Himêm ya Rûsya dikirin.
Li gorî medyaya torên civakî, him gelê herêmê yê li dijî Rêjîmê û him ji komên çete , ji vê helwesta Tirkiyê aciz bûne.
Ji lewre pirsa wan jî ew e, çima Dewleta Tirk bersiva êrîşan neda..
Berî bi sê rojan jî, Hêzên Rêjîma Sûrî û Rûsya gundewarên Idlibê bome kirin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mefê Mirovan, 12 êrîşên hewayî li dijî komên çete pêk hatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin