Rûsyayê dest bi êrîşên hewayî li ser Kîevê kir!

Rûsyayê dest bi êrîşên hewayî li ser Kîevê kir!

PeyamaKurd - Raporên destpêkê diyar dikin ku doh şev di êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li ser Kîevê, paytexta Ukraynayê de sê kes mirin û heft kes birîndar bûn.

Apartmanên li navçeyên Podil û Darnitskiy zerar dîtin, û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo kesên ku di bin xirbeyan de mane dest pê kirine.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku êrîş ne tenê li ser Kîevê, lê di heman demê de li ser herêmên Chernihiv, Sumy, Zaporizhzhia, Dnipropetrovsk û Donetsk jî berdewam dikin.

Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku êrîşên hewayî yên li ser paytextê di saet 02:45an de bi dema herêmî dest pê kirine.

Klitschko diyar kir ku avahiyên apartmanan ên li navçeyên Podil û Darnitskiy ên Kîevê ji ber êrîşan zirar dîtine û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê dest pê kirine.