Şanda Kurdistanê daxwaza parastina statuya destûrî û rawestandina êrîşên moşekî kir

Şanda Kurdistanê daxwaza parastina statuya destûrî û rawestandina êrîşên moşekî kir

PeyamaKurd - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dr. Dilawer Ajgeyî, îro 29ê Gulanê tevî şandekê serdana Parlamena Belçîkayê kir û ji aliyê Komîteya Peywendiyên Derve ya wê parlamenê ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Dr. Ajgeyî bal kişand ser geşedanên dawî yên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn û tekezî li ser rola stratejîk a Herêma Kurdistanê ya wekî faktoreke serekî ya seqamgiriya li deverê kir.

Nûnerê hikûmetê behsa astengiyên siyasî û leşkerî yên li ser qewareya destûrî ya Kurdistanê kir û daxwaz ji Brukselê kir ku civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna van pirsgirêkan zêdetir piştgiriya parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bikin.

Êrîşên moşekî, peywendiyên aborî û helwesta parlamena Belçîkayê

Di hevdîtinê de, herwiha daxwaz hat kirin ku danûstandinan li ser rawestandina êrîşên bi moşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê bikin ku tevî ragihandina agirbesta giştî, hîn jî bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dikin.

Herwiha girîngiya geşepêdana peywendiyên aborî û handana kompanyayên Belçîkayî ji bo veberhênanê di kertên cuda yên Kurdistanê de hat gotûbêjkirin. Ji aliyê xwe ve, serok û endamên Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Belçîkayê pesnê rola bibandor a Hewlêrê ya di warê pêkvejiyana aştiyane de kirin û soz dan ku daxwazên şandeya Kurdistanê dê di karnameya bê ya parlamenê de cih bigirin daku têkiliyên di navbera her du aliyan de bihêztir bibin.