Îmamoglu bi Platforma Mafparêzan re civiya: Wê kursên Kurdî vebin

Îmamoglu bi Platforma Mafparêzan re civiya: Wê kursên Kurdî vebin

PeyamaKurd – Platforma Mafparêzan bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtina ku roja Pêncşemê hat kirin û 25 xulekan dom kir de, Berdevkê Palatforma Mafparêzan Îlyas Buzgan, rojnamevan û nivîskar Îlhamî Işik, rojnamevan Îslam Ozkan, nivîskar Hamid Omerî, parêzer Aysel Aba Kesici û destûryarê beşa Kurdolojiyê Leyla Ekîncî beşdarî kirin.

Berdevkê platformê Îlyas Buzgan derbarê civîna ligel Îmamoglu ji PeyamaKurd re da xuyakirin ku hevdîtina wan di atmosfereke gelekî baş de derbas bûye.

Buzgan, da zanîn wekî ku di civîna wan a ligel Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de soz hatibû dayîn, wan daxwaza vekirina kursên Kurdî li Stenbolê yên di bin banê İsmekê de, car din gihandiye Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û wî jî ji wan re bi awayekî zelal piştrast kiriye ku wê li Stenbolê di bin banê İsmekê de kursên Kurdî werin vekirin.

Îmamoglu herwiha li ser dema vekirina kursên Kurdî jî bal kişandiye ser hebûne hinek pirsgirêkên İsmekê yên hîn nehatine çareserkirin û gotiye, çawa ku ew pirsgirêk werin çareserkirin dê kursên Kurdî bên vekirin.

Buzgan herwiha ragihand ku Îmamoglu ji wan re gotiye, ewê demeke herî nêzîk civîneke bi beşdariyeke berfireh bi Platforma wan re li dar bixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin