Îmamoglu: Ev biryara sermê ye ji bo daraza Tirkiyeyê

Îmamoglu: Ev biryara sermê ye ji bo daraza Tirkiyeyê

PeyamaKurd Bi hinceta sivikatî li endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kiriye,  2 sal û 7 meh cizaya zindanê û qedexeya siyasetê dan Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu.

Li gor zanyariyan, ji bo protestokirina biryarê bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşanî biryarê dan. Îmamoglu di mitîngê de got: “Ev biryar nîşaneya tunnebûna edaletê ya li vî welatî ye û daraz bi sizakirina kesên ji opozîsyonê ne, ketiye bin bandora desthilata siyasî.”

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî biryara betalkirina hilbijartina şaredariya sala 2019an de, di derbarê endamên Lijneya Nilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê de, bi îdiaya peyva “ehmeq” bi kar anî ji hêla dadgehê ve 2 sal û 7 meh û 15 rojan bi zindanê û qedexeya siyasetê hat sizakirin.

Bi banga Îmamoglu bi hezaran kes piştî vê biryarê li ber avahiya şaredariya Stenbolê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşanî sizakirina Îmamoglu dan.

Ekrem Îmamoglu biryara sizayê weke nîşaneya tunebûna edaletê nirxand û got: “Ev biryara şermê ye ji bo daraza Tirkiyeyê. Êdî daraz bûye saziyeke wisa ku kesên muxalîf in siza dike. Ji bo sala 2023an armancên me hene. Ji bo vê em ê mil bidin hev. Ji bo rojên xweş em ê bi hev re di hilbijartina 2023an de vê hizba ku vî welatî xera dike têk bibin. Em li Stenbolê bi ser ketin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser kevin.”

Hat zanîn ku parêzerê Îmamoglu ji bo betalkirina biryarê wê serî li dadgeha îstînafê û pêwîst bike serî li daraza bilind jî bidin. Eger daraza bilind sizayê pesend bike, Îmamoglu karekî siyasî wê nikare pêk bîne wate nikare bibe namzet ji bo hilbijartinên bê û di tabloyeke wiha de şaredariya Stenbolê ku piştî 15 salan ji AK Partî bi piştgiriya Kurdan ketibû destê CHP, wê bikeve destê AK Partiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin