PeyamaKurd – Şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê û namzedê cîgirtiya serokomariyê bo Kemal Kilicdaroglu, Ekrem Îmamoglu, derbarê gera duyem a hilbijartina serokomariyê û encamên hilbijartina 14ê Gulanê de nirxandin kirin.
Ekrem Îmamoglu, li ser daxuyaniyên serkirdeyên PKKê yên di heyama hilbijartinan de û wiha got: "Berî her hilbijartinan endamên rêxistinê tim diaxivin. Binêrin çi tesaduf e ku hemû daxuyaniyên PKKê bi kêra deshilatdariyê tên. Pesnê opozîsyonê didin û deshilatdarî jê sûde werdigire. Ev çawa dezgeh e, lîstikeke çawa ye?”
Îmamoglu bal kişand ser dema hilbijartina şaredariya Stenbolê û diyar kir ku dezgehê çêdikin û hemwelatiyan dixapînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin