PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îmarata Erebî ragihand ku Serokomarê Afganistanê Eşref Xenî û malbata wî ku piştî Talîbanê terka welat dabûn, li welatê wan mêvan in.
Wezareta Derve ya Îmaratê daye xuyakirin, "Wezareta Derve ya Îmarat û Wezareta Hevkariya Navdewletî piştrast dike ku Serokomar Eşref Xenî û malbata wî bi hincetên mirovî bo welat hatine qebûlkirin.”
Beriya niha jî di medyayê de navê welatên Ozbekistan û Tacikistanê wekî cihê ku Eşref Xenî reviyayê dihat îdiakirin, lê wan welatan ew yek red kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin