PeyamaKurd – Îmarata Erebî piştî asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re, balyozxaneya xwe li paytext Tel Avîvê vekir.
Îro bi beşdariya Serokê Îsraîlê Isaac Herzog û Balyozê Îmaratê li Îsraîlê Mihmed Al Xace, bi merasîmeke fermî, Balyozxaneya Îmaratê li Tel Avîvê hat vekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, di twîttekê de vekirina Balyozxaneya Îmaratê li Îsraîlê weke rojeke dîrokî bi nav kir.
Roja 29.07.2021ê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, bi serdaneke fermî gehîştibû paytexta Îmaratê Ebû Dabî û di heman rojê de balyozxaneya welatê xwe li Îmaratê vekiribû.
Roja 15.09.2020ê Serokwezîrê Îsraîlê yê wê demê Benjamin Netenyahu û Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Ebdula Bin Zayd, bi çavdêriya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, rêkeftina aştiyê îmze kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin