PeyamaKurd - Îmaratê (Yekîtiya Mîrnişînên Erebî) tohmetên Komara Îslamî ya Îranê yên derbarê beşdarbûna wan a di şerê leşkerî yê eniya Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Tehranê de bi tundî red kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di civîna dewletên BRICSê de Ebû Debî wekî “şirîkê aktîf” ê vî şerî tawanbar kiribû. Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî ragihand ku Wezîrê Dewletê Xelîfe Bin Şahîn El Merer di heman civînê de rasterast bersiv daye şandeya Îranî û hemû îdiayên wan pûç kirine.
Wezîrê Îmaratî Xelîfe Bin Şahîn El Merer destnîşan kir ku dewleta wan her cûre îdia, fişar yan jî gefên ku rasterast serweriya axê, ewlehiya neteweyî û serxwebûna biryarên siyasî yên Ebû Debî dikin armanc, bi temamî red dike.
El Merer tekez kir ku Îmarat xwediyê mafê rewa û tam e ku ji bo parastina serweriya xwe ya qanûnî, dîplomatîk û leşkerî rûbirûyî her gef yan jî kiryareke dijminane bibe û di vê babetê de tawizan nade tu aliyan.