Înce: "Divê pirsa Kurd bê xetên sor were çareserkirin"

Înce: "Divê pirsa Kurd bê xetên sor were çareserkirin"

PeyamaKurd - Namzedê serokkomariyê yê CHPê Muharrem Ince ragihand ku divê pirsa Kurd bêyî xetên sor bê niqaşkirin û divê were çareserkirin.

Muharrem Ince ji rojnameya Financial Times a Îngîlîz re axivî û diyar kir ku pêdiviya Tirkiyê bi serokkomarekî azadîxwaz û demokrat heye û li ser Pirsa  Kurd jî nirxandin kir ku divê ev mesele were çareserkirin û got, “Divê herkes li ser vê mijarê gotinên xwe bêje û divê xetên sor neyên danîn.”

Herwiha di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Ince li girtîgehê serdana Demirtaş kiriye û hat gotin ku Ince karî xwe bigihîne dengdêrên Kurd jî.

Ince jî dibêje ew di vê hilbijartinê de bihêztir in û radigihîne ku medyaya Tirkiyê di rewşeke xerab de ye. Ince destnîşan kir ku dezgehên nêzî hikûmetê cih nadin gotinên wî.

Muharrem Ince eşkere kir ku eger Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) midaxeleyî hilbijartinan bike ew ê bi 50 hezar parêzeran li ber YSKê kom bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin