Înce: "Pirsa Kurdî pirseke siyasî ye"

Înce: "Pirsa Kurdî pirseke siyasî ye"

PeyamaKurd - Namzedê CHPê ji bo Serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce li ser pirsa Kurd û Kurdistanê got: "Pirsa Kurdî pirseke çandî, siyasî ye. Divê em pê re rûbirû bibin."

Înce beşdarî bernameya FOX TV bû û li ser rojevê cewaba pirsan da.

Înce got ew dema bimîne tûra duyem dikare Kurdekî bike cîgirê xwe û wiha dewam kir:
"Kurd jî welatiyên vê dewletê ne. Helbet çêdibe. Em durûtiyê nakin û sozên ku em bicih nayînin nadin."

Li ser pirsa Kurd û Kurdistanê û Pêvajoya Çareseriyê got:
"AK Partiyê, di vê mijarê de durist hereket nekir. Pirsa Kurdî em bi eşkereyî qebûl dikin. Mijar hem çandî ye hem aborî ye hem jî siyasî ye. Eslinde problema exlaqê siyasî ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin