PeyamaKurd - Rejîma Îranê di çarçoveya tundkirina cezayên li dijî çalakvan û girtiyên siyasî de, ji bo du welatiyên din ên ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibûn girtin, cezayê îdamê sepand.
Li gorî zanyariyan welatiyê Kurd ê 30 salî Armanc Ma'refetî ku xelkê bajarê Seqizê yê ser bi parêzgeha Sineyê ye, piştî girtina xwe bo Girtîgeha Mezin a Tehranê (Fesafûyeh) hatibû veguhestin. Navborî ji aliyê Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Selawatî bi tohmeta dijberiya Xwedê bi darvekirinê hat mehkûmkirin.
Dîsa Îsmaîl Remezanpûr ê 38 salî ku xelkê parêzgeha Farsê û niştecihê bajarê Yezdê ye, bi tohmeta "xerabkirina ewlehiya neteweyî" û "şewitandina binesaziya şaredariya Yezdê bi armanca rûbirûbûna rejîmê" rûbirûyî heman sizayê îdamê bû.
Bilindbûna hejmara îdamên siyasî di serdema şer de
Ev biryarên giran ên ku di 29ê Gulanê de hatine eşkere kirin, berdewamiya wê pêla tund a sêdaredanê ye ku piştî destpêkirina alozî û şerê dawî yê li gel hêzên derveyî li Îranê hatiye meşandin.
Li gorî raporên mafên mirovan û amarên navxweyî, ji destpêkirina şerê 40 rojî û heta niha, herî kêm 39 girtiyên siyasî û ewlehiyê li girtîgehên cuda yên Îranê hatine îdamkirin.