PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Ceferiyan ragihand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê de hezar û 937 kesan jiyana xwe ji dest daye û 24 hezar û 800 kes jî birîndar bûne.
Di şerê ku piştî êrîşên DYA-Îsraîlê yên di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kirin û bi bersivdayîna Îranê re li qadeke berfireh a ku welatên Rojhilata Navîn û Kendavê jî di nav de ne belav bû, windahiyên canî zêde dibin.
Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Ceferiyan eşkere kir ku di êrîşên DYA-Îsraîlê de 1.937 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ceferiyan anî ziman ku ji kesên mirî 240 jê jin û 212 jê zarok in. Herwiha Ceferiyan diyar kir ku 24 hezar û 800 kes birîndar bûne ku ji birîndaran 4 hezar jê jin û hezar û 621 jê jî zarok in.