"Îran dixwaze Tengava Hurmuzê weke karta bazarê li dijî cîhanê bi kar bîne"

"Îran dixwaze Tengava Hurmuzê weke karta bazarê li dijî cîhanê bi kar bîne"

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îdia kir ku Îran dixwaze Tengava Hurmuzê kontrol bike û wê weke karta bazarê li dijî cîhanê bi kar bîne. Rubio diyar kir ku ger Tehran êrîşên xwe yên li ser keştîyên bazirganî yên navneteweyî bidomîne, operasyonên leşkerî wê berdewam bikin.

Rubio berî ku ji bo Civîna Bilind a Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) li Fîlîpînan biçe, bi rojnamevanan re axivî û îdia kir ku operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li dijî Îranê tenê hêmanên leşkerî yên ku di êrîşên li ser keştîyên bazirganî yên navneteweyî de têne bi kar anîn hedef digirin.

Rubio bang li welatên din kir ku beşdarî ewlekariya bazirganiya deryayî ya cîhanî bibin.

Rubio behsa helwesta Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê kir û wiha got:

"Ez difikirim ku cîhan niha fêm dike ku Îran, an jî qet nebe hin beşên di nav Îranê de, dixwazin Tengava Hurmuzê kontrol bikin û wê wek karta bazarê li dijî cîhanê bikar bînin."

Rubio diyar kir ku ger Îran êrîşên xwe yên li ser keştîyên bazirganî yên navneteweyî bidomîne, Amerîka wê bi awayekî leşkerî bersivê bide.