PeyamaKurd - Berdevkê Spuha Pasdaran a Îranê Hüseyin Muhibbi ragihand ku eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) aloziyan û şer tûjtir bike, ew ê di stratejiya xwe de guhertinan bikin.
Li gorî nûçeya Dezgeha Radyo û Televîzyonê ya Komara Îslamî ya Îranê (IRIB), Muhibbi di daxuyaniyekê de got: "Em ê erdnîgariya şer bi temamî biguherînin.
Em ê çekên nû yên ku xwedî kapasîteyên nû ne bixin nava qadê.
Cîhan dê şahidê hêz û îsabeta çekên me bibe û matmayî bimîne."
Muhibbi da xuyakirin ku Spuha Pasdaran dikare li ser armancên nû bisekine û got: "Armancên me ne mecbûr in ku wekî berê bin.
" Wî her wiha anî ziman ku Îran ji bo şerekî dem-dirêj jî bi tevahî amade ye.