Îran gefê li Kendavê dixwe: Heke êrîş bikin, em ê hemû rêyên deryayî mayîn bikin

 Îran gefê li Kendavê dixwe: Heke êrîş bikin, em ê hemû rêyên deryayî mayîn bikin

PeyamaKurd - Konseya Parastinê ya Îranê hişyariyeke tund da û ragihand ku di encama her êrîşeke li ser peravên wan ên başûr an jî giravên wan de, ew ê hemû rêyên deryayî yên li Kendava Farisê bi mayînan bigirin. Tehranê tekez kir ku ev yek dikare trafîka deryayî ya navneteweyî ji bo demeke pir dirêj felc bike.

“Kendav dê bibe mîna Tengava Hurmizê”

Di daxuyaniya fermî ya konseyê de hat diyarkirin ku di senaryoya êrîşekê de, ew ê mayînên curbecur û sîstemên avjen (floating mines) ên ku ji peravê têne kontrolkirin li seranserê rêyên transît bi cih bikin. Îranê bi bîr xist ku di salên 1980yî (Şerê Tankeran) de paqijkirina hejmareke kêm a mayînan jî pir dijwar bû; lewma operasyoneke berfireh a mayîndakirinê dê Kendavê bixe nav krîzeke kûr û mayînde.

Plana Amerîkayê ya li ser Girava Xargê

Ev gefên Tehranê di demekê de tên ku tê îdiakirin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vebijarka kontrolkirin an jî dorpêçkirina Girava Xargê dinirxîne. Girava Xargê navenda herî giring a hinartina petrola Îranê ye. Tê gotin ku Washington dixwaze bi girtina vê giravê, Tehranê neçar bike ku dorpêça li ser Tengava Hurmizê rake û rê bide trafîka azad a keştiyan.

Zexta li ser welatên bêalî

Konseya Parastinê ya Îranê her wiha îdia kir ku tevî welatên ku ne beşek ji vî şerî ne jî, ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmizê mecbûr in bi Tehranê re hevahengiyê bikin. Ev yek nîşan dide ku Îran dixwaze kontrola tam a li ser korîdorên enerjiyê wekî çekekê li dijî zextên navneteweyî bi kar bîne.

Metirsiya li ser bazarên cîhanî

Pisporên aborî û leşkerî hişyar dikin ku mayînkirina Kendavê dikare bibe sedema karesateke aborî li seranserê cîhanê. Ji ber ku Kendav bihêrkq sereke yê petrol û gaza xwezayî ye, her rageşiyeke li vê derê rasterast bihayên enerjiyê bilind dike lûtkeyê û ewlehiya bazirganiya gerdûnî dixe metirsiyê.