Îran hewil dide petrolê bi rêya kompaniyên Japonî bifiroşe

Îran hewil dide petrolê bi rêya kompaniyên Japonî bifiroşe

PeyamaKurd - Li gorî agahiyên ku sê çavkaniyên Îranî û Rojavayî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re parve kirine, Tehranê bi armanca firotina nefta xam rasterast ligel hejmarek kompaniyên Japonî dest bi danûstandinan kiriye.

Çavkaniyan eşkere kir ku kompaniyên Japonî yên ku weke kiryarên petrola Îranê tên naskirin, weke merc daxwaz dikin ku ji cezayên darayî yên Amerîkayê muafiyeta demdirêj bi dest bixin.

Herwiha ew daxwaza garantiya parastina asayîşê ji bo hatûçûna keştiyan û veguhastina deryayî ya li herêma Kendavê dikin daku karibin bazirganiya xwe bi awayekî hêsan bimeşînin.