PeyamaKurd- Îran bi sedema êrîşên Îsraîlê bo ser Şamê, plan dike ku “navenda amadekirina sîlihan” ji Şamê bibe başûrê Sûriyê baregeha hewayî ya T4 ê. Baregeha T4 ê li najarê Hûmûsê ye. Nûçe di rojnama Îsraîlê ya bi navê Haaretz ê de hat belavkirin.
Hat ragihandin ku êrîşên Îsraîlê bo balafirgeha Şamê, rêvebiriya Tehranê, rejîma Beşer Esed û Moskovayê aniye hemberê hev û bi wê sedemê Îran planê xistiye rojeva xwe. Bi vê gavê dibe ji niha û pê de Îraîl li balafirgeha Şam ê nexe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin