Şerê navbera Îran û DYA-Îsraîlê, kir ku kolberên Kurd bê kar bimînin

Şerê navbera Îran û DYA-Îsraîlê, kir ku kolberên Kurd bê kar bimînin

PeyamaKurd – Kolberên Kurd di navbera Kurdistana Rojhilat û Başûr de bazirganiya sînorî dikin, ji Rojhilat alavan dibin Başûr difroşin û ji Başûr jî alavan dikirin û dibin Rojhilat difroşin ji bo debara xwe bikin.

Li gor ragihandina Rûdawê, deriyê Haci Umran ku dikeve navbera her dû perçeyên Kurdistanê bi temamî ji aliyê karên kolberiyê de rawestiyaye.

Aliyê Îranê bi temamî ji ber şer derfetê nade kolberan ku bazirganiya sînor bikin. Eger karekî Kurdekî Başûr li Îranê tinebe, qet naçe terefê Rojhilatê Kurdistanê.

Ji bo karê kolberiyê bikin û şeklekî fermî bidin karê kolberiyê li dora 10 hezar kart dabûn kolberan da di deriyê Haci Umran de karê bazirganiya sînor bikin.

Rêvebirê giştî yê gumrika bajarê Urmiyê Halid Cengcu, di 22yê Sibatê de ragihandibû ku bi xêra sîstema kolberiyê di nav 8 mehan de, li ser sînorê bajarê Urmiyê li dora 100 milyon dolarî mal îtxal kirine an ku di rêya kolberan de mal kirîne.