Îran: Komeke nû wê li Sûriyê derkeve holê

Îran: Komeke nû wê li Sûriyê derkeve holê

PeyamaKurd – Alî Ekber Ehmediyan, yek ji serkirdeyên pilebilind ên leşkerî yên Îranê, amaje bi wê yekê kir ku "komeke nû ya berxwedanê" wê li Sûriyê piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed derkeve holê.

Li gorî rapora IRNAyê, Ehmediyan sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê doh got: "Bi desteserkirina axa Sûriyê ji aliyê Rejîma Îsraîlê ve, berxwedaneke nû wê derkeve holê ku di salên pêş me de wê xwe nîşan bide."

Ehmediyan bi îdiaya "Eniya berxwedanê ya piştî rûxandina rejîmê lawaz nebû" anî ziman ku ev koma ku wê derkeve holê wê bibe parçeyek ji berxwedanê.

Tê zanîn ku Îran komên milîsên ku di bin navê "berxwedana li dijî Îsraîlê" de li gelek erdnîgariyên cuda hatine organîzekirin ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk bi kar tîne.

Di vê çarçoveyê de Îranê beriya niha milîsên şîe ji erdnîgariyên cuda yên weke Iraq, Afxanistan û Pakistanê şandibûn eniyên şer ên li herêmên weke Sûriye û Iraqê.

Ev komên milîs beşdarî komkujiyan bûn û piştgirî dan rejîmên herêmî.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin