PeyamaKurd – Berdevkê serokerkaniya Îranê Tûxgeneral Şikarçi li ser tehdîdên Amerîkayê yên ser Îranê got:
“Me bersiva her tehdîda Trump, bi şeqamê bersiv dayê.”
Li gor ragihandina ajansa Fars; Şikarcî di merasimekî de ragihandiye ku Îran li beranberê her tehdîdê xwurttir bersivekî dane û li beranberê her tehdîda Trump bi şeqamê bersiva wî dane.
Şikarçi gotiye ku wê li hemberê Amerîka û Îsraîlê qet paşde gav navêjin û di vê pêvajoyê de Îranê biryarê daye ku di têkbirina dijminê xwe de biryardarin û hîç endîşa Îranê nîne.