PeyamaKurd – Artêşa Îranê bi daxuyaniyeke ragihand ku wan moşekeke nû bi serkeftî ceribandiye
Li gorî ajansa nîvfermî ya Îranê bi navê Tesnîmê Fermandarekî Artêşa Îranê Husên Selamî ragihand ku wan li bajarê duh moşekeke nû bi serkeftî ceribandiye.
Husên Selamî got ku ew dê ceribandinên sîstemên xwe yên leşkerî û parastinê bidomînin û wiha axivî: Em dê van pêngavên xwe yên ji bo zêdekirina hêza artêşa xwe bidomînin. Ev ceribandin jî di vê çarçoveyê de hat kirin. Duh ji bo gelê me rojeke serkeftî bû." Selamî der barê cureya mûşekê da tu agahî nedan.
Li gor nûçeya CNNê, ku xwe dispêrê agahiyê n Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hildabûn, Îran wê heta hefteyekê wê moşekeke nû ceriband.
Li gor biryara Konsêya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi hejmara 2231ê ku 20ê tîrmehê di sala 2015an hatibû qebûlkirin, çêkirina hin mûşekên cureyên balistîk qedexe ye.
Amerîka û dewletên Ewropayê diyar dikin ku çalakiyên Îranê yên mûşeka balîstîk li dijî biryara KENYyê ne û herwiha îdia dikin ku Îran bernameya xwe ya mûşeka balîstîkê ya di navbera parzemînan de, ku ji bo Rojhilata Navîn û Ewropayê gef e, di paş çalakiyên peykê de vedişêre.
Jia aliyê din ve, Îran jî amaje dike moşekên ku tên çêkirin, armanca wan xebatên sivîl in û eleqeya wê bi moşekên nukleerê re tineye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin