Îran: “Payîzê em li benda pêla duyem ya Kovid-19 ê ne”

Îran: “Payîzê em li benda pêla duyem ya Kovid-19 ê ne”

PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê tenduristiyê yê Îranê Îrec Herîrçî ragihand ku ew di payîzê de, li benda pêla duyem ya Kovid-19 ê ne. Herîrçî di dema ku çû Bender Abbasê, li bazara masîfiroşan digeriya û kontrolê dikir de, hinek peyaman da. Herîrçî got ku bi germbûna hewayê Kovid-19 namire û ji ortê ranabe û weha dewam kir:

“Di nav 2 mehên pêşiya me de, ji bilî çend eyaletan dê Kovid-19 kêm bibe. Zêdebûna vîrusê wê nebe asteng bo kêmbûna wê li eyaletên din.”

Cîgirê wezîr got ku bende ne di payîzê de pêla duyem ya Kovid-19 ê were. Behsa germe dikin lê niha li eyaleta Hurmuzganê pileya hewayê 35 derece ye û 107 kes bi Kovid-19 ê ketine. Herîrçî weha dawî li axaftina xwe anî:

“Me zû teşxîsa xwe danî lewra me nehişt vîrus belav bibe. Eger me nekira, wê bi hezaran kes bi Kovid-19 ê biketina.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin