PeyamaKurd- Hat îddakirin ku piştî pevçûnên li Rojavayê Başûrê Sûriyê, erkdarên Îran û Îsraîlê li hev rûniştine. Li gorî îddayan erkdarên her du dewletan li paytextê Urdunê, li Ammanê civîneke bidizî pêk anîne.
Li gorî rojnameyeke Siûdî Erebîstanê şandeyeke Îranê ku qasidê Îranê yê Urdûnê Mucteba Firdewî jî di navê de bû, bi şandeyeke Îraîlê ku alîkarên serokê Mossadê û erkdarên dî jî di navê de re, li Ammanê di otêlekê de li odeyên cuda civînek pêk anîne. Muzakere bi alîkariya navcînçiyekî Urdûnî tênê kirin.
Li gorî îddayan Îran û Îsraîlê li hev kirine ku li Dera û Kuneytrayê tevlî şerê muxalîf û Rejîma Sûriyê nebin. Hîzbulllaha Lubnanê û Komên Şiiyan jî tevlî şer nabin.
Îsraîlê xerentî kiriye ku li herêma Girên Golanê, heke îran û Hîzbullah tevlî şer nebe, ew jî mudaxele nakin. Îranê jî ev şert qebûl kirine.
Li gorî agahiyan ev civîn bi bin xerentiya Rûsyayê de pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin