PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Lubnanê ragihandibû ku balyozê Îranê yê li Beyrûdê Muhammed Rıza Şibani bi sedema qaîdeyên dîplomatîk îhlal kiriye wê dersînor bike lê berdevkê wezareta karên derve yê Îranê İsmail Bagayi got ku wê Şibani karê xwe dewam bike û hêjî li Beyrûdê ye.
Ev rewşa han bû sedema zêdebûna arîşeya dîplomatîk ya di navbera her dû dewletan de. Lubnanê xwestibû ku balyoz heya 29ê Adar a 2026an terka Lubnanê bike.
Îran dîplomasiyê îhlal dike û mafê Lubnanê heye ku wî balyozî di welatê xwe de nexwaze. Tê gotin ku di biryara Îranê de bandora Hîzbûllahê heye. Rêvebiriya Lubnanê xwestibû ku Hîzbûllah di welat de şer neke û dest ji çekan berde.
Gideon Saar, rexne li tewrê Îranê kir û got madem balyoz hêjî li Lubnanê ye, ew bi Lubnanê henekên xwe dikin û Lubnan hêjî di bin bandora Îranê de ye.