PeyamaKurd – Wezîrê teknolojiya zanist û danûsitendinê yê Îranê Zarepûr ragihand ku dê Îran di avakirina satalaytên danûsitendinê yên Sûriyê de, alîkariya Sûriyê bike. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNA yê; wezîr Zarepûr ragihandina xwe di seredana fermî ya ji bo Sûriyê ya ji bo 2 rojan de, di civînekî de kir.
Zarepûr, got ku di dema seredana xwe de bi Sûriyê re zebta lihevkirinê îmze kiriye û bi wezîrê Sûriyê yê danûsitendin û teknolojiyê bi Iyad Muhammed el-Xatib û cîgirên wî re hevdîtinekî kirine. Zarepûr got ku ji bo alavên danûsitendinê îxracî Sûriyê bikin gelek peyman hatine kirin, ji bo pêşdebirina avahiyên bingehîn yên Sûriyê, ji bo şîrketên Îranî tevlî bernama Sûriyê bibin, bi Sûriyê re hevdîtinan kirine.
Zarepur, di ragihandina xwe de got ku Îran di nav 10 dewletê ewilî de ye ku dikare satalaytê ava bike û li xeta dora gera dinyayê de bicîh bike.
Zarepur, di gera fermî ya ji bo Sûriyê, bi serokkomarê Îranê bi Reîsî re di nav heyeta Îranê de, di rojên çarşem û pêncşema borî de seredana Sûriyê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin