PeyamaKurd- Îran ji serî de bi rejîma Sûriyê re hevkarî dike û niha dixwaze para xwe ya di avakirina Sûriyê de bistîne. Ragihandina mijarê ji aliyê Timûr Beşîrgonbedî ku rêvebirê giştî yê rê û bajarvaniya Îranê ye, de hat kirin. Li gor agahiyên ku ew dide; 2 hefte berê ji wezaretê hinek berpirs seredana Şamê kirine û di vê mijarê de peymanan îmze kirine.
Dê Îran 30 hezar xanî li Sûriyê ava bike
Di nava peymanan de para mezin ya avakirina rê ye ku piraniya rêyên Sûriyê xerab bûne. Beşirgonbedi got wê karsazên Îranî di çêkirina rê û hinek sektorên din de ciyê xwe bigre. Di nava xalên ku li serê li hev kirine de avakirina 30 hezar xaniyan hene. Hem di avakirina rêya trênê de jî wê para xwe bigre.
Îran wê bi rêya trênê xwe bigihîne Behra Sipî
Xeta trênê ya ku bê avakirin wê ji Îranê destpêbike û di welatê Iraqê de wê di Basrayê de here heya navçeya Ebul Kemal û ji wê derê here Dêrezorê. Di vê mijarê de di navbera her sê dewletan de danûsitendin hatine kirin: Bexda, Tehran û Şam. Beşîrgonbedî got ku van projeyan projeyên stratejîkin û weha dewam kir:
“ Ev tora rêya hesin wê pêdiviya bi rêya bejayiyê kêm bike û di navbera Îran-Iraq-Sûriyê de geştiyariya olî bipêşbixe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin