Îran: Wê dûman bikeve çavên DYAyê

Îran: Wê dûman bikeve çavên DYAyê

Peyama Kurd - Wezîrê Parastinê yê Îranê Giştegeneral Mihemmed Riza Aştîyanî diyar kir ku kuştina damezrînerê Hemasê Salih el-Arûrî ji aliyê Îsraîlê ve hevsengiya herêmê têk birîye û bandora encamên wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî bike.

Wezîrê rejîma Îranê Riza Aştîyanî derbarê êrîşa Îsraîlê ya li dijî damezrînerê Hemasê Salih Arûrî de nirxandinan kir.

Aştîyanî anî ziman ku dijminatiya DYAyê bê dawî berdewam dike û diyar kir ku ev yek li dijî berjewendîya DYAyê ye.

Aştîyanî angaşt ku DYA hevsengiya herêmê xera kiriye û got: "Encamên têkdana hevsengiya herêmê teqez wê li wan vegere. Li hember polîtîkayên DYAyê bertekeke tûnd heye û wê bidome.

Aştîyanî di dawîya nirxandinen xwe de wiha peyivî: "Şaşiyên stratejik yên bi vî rengî herêmê tengezar dikin. Wê dûman bikeve çavên DYAyê."

Cîgirê Serokê Polîtburoya Hemasê Salih el-Arûrî û 6 berpirsên payebilind ên Hemasê ku pê re bûn, duh li Dahiyeya ku wek keleha Hizbullahê ya Beyrûtê tê dîtin, di encama êrîşeke frokeyên bê mirov ên Îsraîlê de hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin