PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di nav 10 rojên derbasbûyî de bi kêmî 17 girtî li girtîgehên Îranê hatin bidarvekirin. Herwiha 9ê Çileyê jî tenê di rojekê de li girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê hatin îdamkirin.
Li gor zanyariyên dezgehên mafên mirovan, 9ê mehê li girtîgeha Recayîşehr ya bajarê Kerec yê Îranê 12 kes di rojekê de hatin bidarvekirin ku ew kesên girtî bi hinceta kuştina qestî hatibûn mehkûmkirin.
Dîsa heman jêderan ragihand ku 5 girtiyên din jî li heman girtîgehê bi awayekî veşartî hatine darvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin