PeyamaKurd – Berdevkê Saziya Atomê ya Îranê Behruz Kemalvendî ragihand ku gef li cîhanê xwar û got, ‘ger hewce bike’ ew dikarin meyandina ûranyûmê ji sedî 40 heta 60î zêde bikin.
Kemalvendî li ser biryara parlamena Îranê ya zêdekirina rêjeya dewlemendkirina ûranyûmê ji sedî 20 ango heta 120 kîloyan diyar kir ku ew dê li ser bixebitin rêjeya ûranyûmê heta 3-4 qatan zêdetir bikin.
Herwiha Îranê roja Duşemê ragihandibû ku wan ji kargeha nukleerî ya Fordoyê meyandina ûranyûmê bo rêjeya 20% daye destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Amerîkayê diyar kiribû ku ew ti awayê rê nadin Îran dewlemendkirina rêjeya ûranyûmê bigihîne asteke metirsîdar ku bikare çekên atomî çêbike.
Ligel vê jî îran beriya Trump seroktiyê radestî Joe Biden bike dewlemendkirina ûranyûmê wekî gefekê li dijî rêveberiya nû ya Amerîkayê bikar tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin