PeyamaKurd - Artêşa Pasdarên Îranê li ser malpera "Sepah News" peyamên pir tund dan Amerîka û Îsraîlê û hişyarî da ku eger êrîşeke nû li ser xaka Îranê pêk were, şerê herêmî vê carê diguhere û ber bi derveyî sînorên Rojhilata Navîn ve belav bibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî êrîşên dijwar ên "du artêşên herî biha yên cîhanê", Şoreşa Îslamî hîn hemû şiyan û hêza xwe ya serbazî eşkere nekiriye.
Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî piştgirî da vê helwestê û Waashington hişyar kir ku şerekî nû yê muhtemel dê hîn zêdetir suprîzên leşkerî li xwe bigre.
Ev daxuyaniya artêşa îdeolojîk a Îranê piştî zextên nû yên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat. Trump roja sêşemê peyamek belav kiribû û diyar kiribû ku wî tenê "heta 2 yan 3 rojan, dibe ku heta dawiya hefteyê yan destpêka hefteya nû" wext daye rêveberiya Tehranê daku agirbestê veguherîne peymaneke mayînde, nexwe ew ê fermana destpêkirina êrîşên leşkerî bidin.