PeyamaKurd - Ttelevîzyona Channel 12 a li Îsraîlê weşanê dike ragihandiye ku rêveberiya Tehranê ji bo bidawîkirina şer 6 şertên bingehîn danîne.
Şertên ku Îranê ji bo bidawîkirina şer danîne wiha ne:
Kontrola li ser Tengava Hurmuzê û wergirtina bacê ji bo derbasbûnê, garantî bê dayîn ku ji nû ve şer dest pê neke, êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê bêne rawestandin, hemû cezayên li ser Îranê bi temamî bêne rakirin, bernameya fuzeyên balîstîk bêyî astengiyekê dewam bike û ji bo zirarên ji ber şer tazmînat bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, 12 şertên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşkêş kiribûn û daxwazên Îranê ji hev dûr in.
Rêveberiya Washingtonê jî van daxwazan ji Îranê dike:
Uranyuma dewlemendkirî ya li ber destê xwe radest bike, hin navendên nukleerî hilweşîne, piştgiriya bi komên hevalbendên wekî Hizbûllahê re bê rawestandin û kapasîteya fuzeyan bê sînordarkirin.