PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Farsê a nêzîkî rejîma Îranê ragihand ku Tehranê sê cihên krîtîk ên li Şamê wekî "hedefên leşkerî yên rewa" îlan kirine.
Di nav van cihan de Qesra Serokkomariya Sûriyeyê, Otêla Four Seasons û Otêla Sheraton hene.
Li gorî nûçeyê, Îran îdia dike ku ev her sê navend ji bo kombûn û bicihbûna "pispor û şêwirmendên Amerîkî, Îsraîlî û Brîtanî" têne bikaranîn.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku otêlên pênc-stêrk ên li welatên wekî Behrêyn û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (UAE) ku hêzên Amerîkî lê dimînin, ji bo Îranê di çarçoveya "parastina xwe" de wekî armancên rewa têne hesibandin.