Îranê xwepêşanderekî meha Çileyê îdam kir

Îranê xwepêşanderekî meha Çileyê îdam kir

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Tasnim a nîvfermî ya Îranê ragihand ku welatiyekî biyanî yê ku têkildarî xwepêşandanên di meha Çileyê de dihat tawanbarkirin, hatiye bidarvekirin.

Hate diyarkirin ku Ghaem Hosseini yê ku tê îdiakirin beşdarî xwepêşandana 8ê Çileyê ya li bajarê Malekşahr ê Isfehanê bûye, vê sibehê hatiye bidarvekirin û hat îdiakirin ku di çalakiya ew beşdar bûye de çar polîsan jiyana xwe ji dest dabû.

Di nûçeyê de hate gotin ku beriya niha jî welatiyên bi navên Erfan Esfandiarî, Gol Mohammad Mohammadî, Amir Hossein Safarî û Abolfazl Sepahî ji ber vê bûyerê hatine darvekirin.