PeyamaKurd - Li gorî nûçeya dezgeha ragihandinê ya Amerîkî CBSê, di encama êrişa ku Îranê bi mûşokên balîstîk li Baregeha Leşkerî ya El Ezrak a li Ürdûnê pêk anî de, gelek balafirên leşkerî yên DYA'yê zirar dîtine.
Hat ragihandin ku balafireke "A-10 Thunderbolt" a bi navê "Warthog" baskekî xwe winda kiriye û 8 balafirên şer ên F-15 jî sivik hatine lêdan û piştî tamîrkirinê ji nû ve dest bi erka xwe kirine.
Her wiha diyar bû ku hêzên Amerîkî ji bo parastinê zêdetirî 30 mûşokên Patriot şandine serî.
Ji aliyê din ve, Spaha Pasdaran a Îranê (DMO) daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ev êriş wekî bersiva li dijî êrişên Amerîkayê yên li ser tankerên petrolê yên Îranê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku di operasyonê de stargeh û tesîsên parastinê yên balafirên F-35, F-16 û F-15 hatine hedefgirtin û zirarên mezin gihiştiye hêzên DYA'yê.