PeyamaKurd – Hat ragihandin ku belgeyeke Fermandariya Operasyonên Hevbeş a artêşa Iraqê ya ku tê de hişyariya sûîqestan li Bexdayê tê kirin, derketiye holê.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerqul Ewsetê, di belgeyeke ewlehiyê ya veşartî ya fermandariya operasyonên Bexdayê de ku roja În a borî bi dizî hatiye belavkirin, hişyarî hatiye dayîn ku kuştina hin kesayetên Iraqî yên bi bandor, dibe ku li paytexta Iraqê Bexdayê pêk bê û ew kar jî dê ji aliyê komên ji yasayê derketine ve bê kirin.
Li gorî çavdêrên siyasî, rewşa niha ya Iraqê nabe sedem ku bigehe rewşên kuştina rêveberên siyasî, ji ber ku Muqteda Sedir û aliyên din behsa dawîanîna tundiyê kirine û karekî wiha ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin