PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê, Heyder Îbadî ragihand, ew daxwaz ji Tirkiyê dikin, ku ji ber şerê PKKê serweriya Iraqê binpê neke.
Heyder Îbadî îro Sêşemiyê konfransa xwe ya rojnamevanî ya heftane li dar xist û têde amaje bi operasyonên Tirkiyê li nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê û encamên hilbijartinên 12ê Gulanê kir.
Îbadî diyar kir, daxwaza wan ji Tirkiyê ev e ku bi sedema şer li dijî PKKê, serweriya axa Iraqê binpê neke û rêz li serweriya wî welatî bigrin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha behsa encamên hilbiajrtinên 12ê Gulanê yên li wî welatî kir û berpirsatiya encamdana saxtekariyan di hilbijartinan de xiste milê komîsyona bilinda hilbijartinan a wî welatî.
Heyder Îbadî da zanîn, ku di binkeyên hilbijartinan ên derveyî welat û yên li kampên awareyan de saxtekarî hatine kirin û diyar kir, raporteke hikûmeta Iraqê daxwaza hilweşandina encamên sandoqên derveyî welat û yên awareyan dike.
Îbadî herwiha got, daxwaz ji hikûmetê hatiye kirin, ku %5ê pisûleyên dengdanê bi dest werin hejmartin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha destnîşan kir, endamên komîseriya komîsyona bilinda hilbiajrtinan nikarin bêyî rûxseta pêşwext serdana derveyî welat bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin