Iraq: Cezayê kesên pereyên diziyê vegerînin tê sivikkirin

Iraq: Cezayê kesên pereyên diziyê vegerînin tê sivikkirin

PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Dadwerîya Iraqê daxuyaniyeke nû derbarê dosyeya "Diziya Sedsalê" û gendeliya darayî ya li welat belav kir û ragihand ku amanca wan a serekî vegerandina hemû pereyên talankirî yê dewletê ye.

Encûmenê diyar kir ku li gorî Qanûna Lêborîna Giştî ew amade ne cezayên wan gumanbarên ku pereyên dizî yekser radestî xezîneyê dikin sivik bikin ku ev rêkar berê ji bo tawanbarê serekî Nûr Zuhêr jî hatibû pêkanîn.

Li gorî agahiyên fermî, heta niha 365 milyar dînar ji kîsê kompanyayên Nûr Zuhêr hatine vegerandin, lê piştî ku navborî çû derveyî welat û dayina pereyan rawestand, dadgehê bi awayê xiyabî 10 sal cezayê girtîgehê jê re birî û dosyeya girtina wî di sîstema navdewletî ya Înterpolê de çalak kir.

Qanûna lêborînê, rewşa karmendan û girtina dosyeya Kazîmî

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku parêzerê Nûr Zuhêr daxwaza wekheviya qanûna lêborînê kiriye li beramberî vegerandina hemû pereyan û dadgeh niha li benda biryara Wezareta Darayî ye.

Herwiha hate ragihandin ku cezayê girtîgehê ji bo fermanberên Desteya Bacê û şêwirmendên serdemê derketiye û fermaneke navdewletî ya girtinê ji bo Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê berê hatiye derxistin.

Li ser rewşa Serokwezîrê berê Mistefa Kazîmî jî hat gotin ku lêkolîn ligel wî hatiye kirin, lê ji ber nebûna belgeyên pêdivî dosyeya wî hatiye girtin.

Dadweriya Iraqê tekez kir ku ev rêkar di dosyeya Cîgirê Berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumailî de jî tên meşandin û ew ligel Serokwezîr Elî Zeydî li ser nexşerêyeke nû kar dikin daku bi awayê qanûnî rê li ber her cûre valahiya darayî ya li welat bê girtin.