PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Iraqê li parêzgehên Enbar û Diyale li ser şaneyên rêxistina terorîst DAIŞê operasyonek encam dane û 11 DAIŞî hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonên Hêzên Hevbeş a Iraqê, hêzên iraqî yên ji Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniyê li bajarên Enbar û Diyaleyê du şaneyên DAIŞê tespît kirine û li dijî wan operasyonek encam dane.
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 11 DAIŞê hatine kuştin ku di nav wan du kes berpirsên rêxistinê bûn.
Ligel ku 4 sal bi ser têkdana DAIŞê û derxistina wê ji bajaran derbas bûne jî êrîş û tevgera DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Diyale, Mûsil, Selahadîn û Enbarê hîn jî berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin