Iraq ji Îranê lêborîna xwe xwest

Iraq ji Îranê lêborîna xwe xwest

PeyamaKurd- Li Iraqê di xwepêşandanên bajarê başûrê Iraqê li Necefê xwepêşandêr agir berdabûn avahiya sefareta Îranê û sefarete şewitandibûn. Li ser bûyerê wezîrê karên derve yê Iraqê Muhammed Alî el-Hekîm, bi sedema şewitandina sefareta Îranê ya li Necefê ji Îranê lêborîna xwe xwest.

El Hekîm bi reya telefonê bi wezîrê karên derve yê Îranê bi Cewad Zarîf re axifî. Hekîm di telefonê de bo ewlehiya dîplomatên Îranî û mîsyonerên wan soza xwe dubare kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin