Iraq: Li ser Koyê me nerazîbûna xwe bo Îranê nîsan da

Iraq: Li ser Koyê me nerazîbûna xwe bo Îranê nîsan da

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand, li ser bombebarana baregehên her du partiyên demokrat HDK û PDK-Î nerazîbûna xwe gihandine Balyozê Îranê yê li Bexdayê.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî di civîneke rojnamevanî de li paytexta Misrê Qahîreyê ragihand, ew li dijî bombebarana baregehên partiyên demokrat HDK û PDK-Î ne û nerazîbûna xwe gihandine Balyozê Îranê yê li Bexdayê, ku çawa li dijî bombebaranên Tirkiyê ne, herweha li hember bombebaranên welatên din in jî.

Caferî diyar kir, ku helwesta wan di wê derbarê de zelal e û ew destêwerdana di karûbarên ti welatekî de nakin, lewra rê nadin welatên din jî destewerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bikin.

Amaje bi wê jî kir, divê Amerîka bizanibe ku ew rê nadin Iraq bibe meydana yekalîkirina milmilaniyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin