PeyamaKurd - Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Diyar Muftî ragihand ku Fermandarê Parastina Hewayî yê Iraqê Lîtnant General Muhenned Esedi ji komîteyê re ragihandiye ku qada hewayî ya Herêma Kurdistanê ne di bin kontrola Iraqê de ye û ji ber vê yekê ew nikarin qada hewayî ya herêmê biparêzin.
Di daxuyaniya xwe de, Muftî ragihand ku di civîna Komîteya Ewlehî û Parastinê de, Fermandarê Parastina Hewayî Esedi gotiye, "Qada hewayî ya Herêma Kurdistanê ne di bin kontrola me de ye û destûr nayê dayîn ku em vê qada hewayî biparêzin."
Muftî destnîşan kir ku ji destpêka pevçûna di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de di 28ê Sibatê de, Herêma Kurdistanê rastî 929 êrîşên bi dron û moşekan hatiye ku di encamê de 32 kes mirine û 147 kes birîndar bûne.
Muftî bi bîr xist ku hin şîrketên navneteweyî yên petrolê ji ber gefên ewlehiyê operasyonên xwe li Herêma Kurdistanê rawestandine û diyar kir ku herêmê ji hikûmeta Iraqê pergalek parastina hewayî xwestiye da ku qadên xwe yên petrolê biparêze.
Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî di 22ê Tîrmehê de ragihand ku Serokwezîr bi şîrketên petrolê re civiyaye û ji bo ji nû ve destpêkirina operasyonan garantiyên pêwîst dane wan.