PeyamaKurd – Namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîayên Iraqê, Mihemed Sûdanî ku roja 13ê Cotmehê ji aliyê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ve bo avakirina hikûmetê hat raspartin, bi fermî dest bi kar kir.
Hat ragihandin ku Sûdanî li Koşka Hikûmeta Iraqê bi fermî dest bi kar kiriye û wê ji bo kabîneya xwe bi namzedên wezîrtiyê re dest bi hevdîtinan bike.
Ofîsa Mihemed Şila Sûdanî ya çapemeniyê ragihandiye ku Sûdanî li Koşka Hikûmetê ya li Herêma Kesk a Bexdayê dest bi civînên avakirina hikûmetê dike.
Li gorî destûra Iraqê, pêwîste Sûdanê di nav mehekê de kabîneya xwe pêşkeşî parlamentoyê bike û ji bo baweriyê biçe ber dengdanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin