Iraq, sîstema bergiriya li hemberê İHAyan dikire

Iraq, sîstema bergiriya li hemberê İHAyan dikire

PeyamaKurd – Hukumeta Iraqê biryarê da ku sîstema bergiriya hewayî ya li hemberê İHAyan bikire. Ji bo kirîna sîstemê, hukumetê erkê da wezareta karên navxwe ya Iraqê.

Biryar, di civîna heftê ya hukumetê de hat dayîn ku bi serokatiya civînê serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani dikir.

Di salên dawiyê de li Iraqê baregehên leşkerî, mîsyonên dîplomatîk û dezgeyên ewlehiyê dikevin ber êrîşên İHAyan.

Lê weka tê zanîn ew êrîş ji nava Iraqê bi xwe tên kirin û ji aliyê grûbên bi ser Îranê de tên kirin lê hukumet ber li wan nagire an nikare ji tirsa Îranê ber li wan bigre. Piraniya êrîşan jî diçin ser Herêma Kurdistanê.